Kurdistan
Hişyariya hewayê ji bo 3 bajarên kurdan
Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku sibe li herêma Colemêrgê, başûrê Wanê û beşên rojhilatê Şirnexê baranên giran û bagerên herêmî tên payîn.
RûpelNews - Ji bo Colemêrg, Wan û Şirnexê hişyariya bagerê hatiye dayîn.
Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê derbarê şert û mercên hewayê yên li sê bajaran de daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê, sibe li deverên derdora Colemêrgê, beşên başûrê Wanê û beşên rojhilatê Şirnexê baranên zêde û birûskî bi awayekî herêmî tê payîn.
Ji ber îhtîmala astengiyên di çûnûhatinê de, lehiyên ji nişka ve, lehî, birûsk, bahozên herêmî yên cemedê, bayê xurt û bahozên ku bi baranê re çêdibin, hişyarî û tedbîr hatin pêşniyarkirin.