TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Li bajarên kurdan ba û bahoz: 1 mirî, bi dehan birîndar

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 04 gulan 2026 16:04
Di encam b arana zêde, bahoz û berfê li Riha, Dîlok û Mêrdînê kesek mir û gelek kesên din jî birîndar bûn. Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, li hin deveran dibistan hatin girtin.

RûpelNews - Li navçeyên Bêrecûk û Wêranşarê yên Rihayê, ji ber baran û bagerên dijwar ên ku êvarê pêl dan, kesekî jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyekê de ji ofîsa parêzgariyê hat ragihandin ku li Bêrecûkê, ji ber baran û bagerên giran dar ketine, ban firîne û lehiyên avê çêbûne; 22 kes birîndar bûne û ji wan heft kes bo nexweşxaneyên navenda bajêr hatine veguhestin. Li Wêranşarê jî 11 kes bi sivikî birîndar bûn.

Cenazeyê Nur Ç., mamosteya stajyer a ku jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin morgê.

Hemû saziyên perwerdehiyê yên li Bêrecûk û Wêranşarê ders ji bo rojekê rawestandin. Herwiha, destûra îdarî li karmendên sektora giştî yên xwedî pêwîstiyên taybet, jinên ducanî û kesên bi nexweşiyên kronîk hat dayîn.

Li Dîlokê 23 kes birîndar bûn

Baraneke ji nişka ve, ba û bahozekê piştî nîvro li Dîlokê da, bû sedem ku ban bifirin, dar ji kokê hilbên û stûnên elektrîkê hilweşin. Bi giştî 23 kes li seranserê bajêr birîndar bûn.

Parêzgariyê ragihand ku rîska lehiyê li ser Çemê Alleben bi piranî hatiye kontrolkirin û tîm li ser erdê karê xwe didomînin.

Şaredariya Mezin a Dîlokê ragihand ku di nav 20 deqeyan de 60 kîlo baran li ser metre çargoşeyekê bariye û vê bûyera hewayê wek "senaryoyeke karesatê ya ku herêmeke berfireh bandor dike" bi nav kir.

Dibistanên li navçeyên Şahînbeg, Şehîdkamil û Bêlqisê ji bo rojekê hatin girtin.

Li Mêrdînê girdelok: 4 birîndar

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, girdelokê panelên rojê yên santraleke enerjiya rojê û konteynera ku karker tê de diman, hilweşandin. Di encama serûbinbûna konteynere de çar karker birîndar bûn.

Li Artukluyê, ji ber bayê xurt trafoyek teqiya û li seranserê herêmeke berfireh bû sedema qutbûna elektrîkê. Li heman navçeyê, îskeleyê avahîsaziyê hilweşiya û zirar da sê wesayîtên parkirî.

Li Qoserê jî teyrokê zirar da wesayîtan. (Çavkanî: AA, Anka)

Parve bike: