TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ji bo 2027an hişyariya metîrsiya germahiya zêde hat kirin

📅 21 tebax 2026 09:42
Ofîsa Keşûhewayê ya Brîtanyayê (Met Office) hişyarî da ku El Nîno ya ku li Okyanûsa Pasîfîkê pêş dikeve, dikare bigihîje asteke ku heta niha nehatie tomarkirin. Pispor dibêjin ku pîvanên El Nînoyeke xurt û guherîna avhewayê dikare sala 2027an bike saleke bi germahiyên herî zêde.

RûpelNews - Serokê Pêşbîniya Demdirêj li Ofîsa Met Profesor Adam Scaife, got ku pêşbîniyên hewayê îşaretek ji bo El Nînoyeke bihêz a di pîvaneke nedîtî de nîşan didin. Li gorî daneyên heyî, germahiya rûyê deryayê li Pasîfîkê ji ya asayî zêdetirî 2 pileyî ye û tê pêşbînîkirin ku ev cûdahî di dawiya salê de ji 3 pileyî derbas bibe.

Nimûneyên hewayê yên cîhanî dibe ku biguherin

El Nîno dikare li seranserê cîhanê bandorê li ser nimûneyên baranê, ziwabûn û bahozê bike. Li Asyaya Başûr kêmbûnek di barana musonê de tê payîn, di heman demê de li Awistralyayê rîska ziwabûn û şewatên daristanan dê zêde bibe, û li Perû, Ekvador û başûrê Dewletên Yekbûyî jî tê payîn ku rîska lehiyê zêde bibe.

Zanyarên avhewayê di wê baweriyê de ne ku El Nînoyeke xurt dikare germahiyên cîhanî hê bêtir bilind bike û eger heye ku sala 2027an rekora germahiyê ya ku di sala 2024an de hat şikandin, derbas bike.

Parve bike: