Germahiya zêde û ziwabûnê li cîhanê xetereyên mezin bi xwe re tîne
RûpelNews - Ji Parzemîna Efrîkaya bin-Saharayê heta daristanên baranê yên Amerîkaya Başûr û ji peravên Atlantîkê yên Fransayê heta Brîtanyayê, şewat li gelek herêman li seranserê qadên berfireh belav bûne.
Li Ewropayê bi sed hezaran hektar bûn xwelî
Li Ewropayê, ji destpêka salê ve zêdetirî 550 hezar hektar ji ber şewatên daristanan wêran bûne. Digel ku lêçûna aborî ya şewatan ji bo parzemînê di navbera 15.6 milyar û 19.1 milyar euroyan de tê texmînkirin, zêdetirî 300 kes hatine valakirin.
Li Brîtanyayê, di havînê de zêdetirî 1,017 şewat hatin tomarkirin. Şewatên li New Forest û West Midlandsê zirareke mezin dan, di heman demê de li Tintwistle Moor a li Peak Districtê qadeke bi qasî 900 qadên futbolê şewitî.
Agir li seranserê parzemînan belav dibin
Li Kanadayê, tê texmînkirin ku di navbera 4 û 6 milyon hektar de şewitî ye, di heman demê de Ontario ji sala 2003an vir ve emîsyonên xwe yên karbonê yên herî bilind tomar kir. Nêzîkî 10 hezar endamên civakên xwecihî ji ber şewatan koçber bûn.
Li eyaleta Kalîforniyayê ya DYAyê, heta meha Gulanê zêdetirî 4 hezar şewat derketin, ku zirar da herêmeke bi qasî 250 hezar donim. Di heman demê de, ji aliyê hejmara şewatan ve Afrîka parzemîna herî zêde bandor bû. Ji meha Gulanê ve, ji sedî 46ê şewatên cîhanî li Efrîqayê qewimîne.
Di vê navberê de, Efrîqa ji aliyê hejmara şewatan ve parzemîna herî zêde bandor bû. Ji meha Gulanê ve, ji sedî 46ê şewatên cîhanî li Efrîqayê qewimîne.
Şewata Otsuchi ya li herêma Iwate ya Japonyayê di 40 salên dawî de duyemîn şewata herî mezin bû, di heman demê de germahiyên ku li Koreya Başûr gihîştin 42 pileyî zirareke mezin gihandin erdên çandiniyê. Di vê navberê de, li Şîlîyê di şewatan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pispor hişyarî didin li ser şewatên 'lezgîntir û wêrankertir'
Theodore Keeping, pisporê şewatê yê li Koleja Împeryal a Londonê, destnîşan kir ku di demên dawî de karesateke şewat û belavbûna dûmanê ya bi vî mezinahiyê nehatiye dîtin.
Adriana Ford, rêvebera Navenda Leverhulme ya ji bo Şewatên Daristanan, got ku welatên wekî Keyaniya Yekbûyî ji bo şewatên daristanan ên mezin ên li Fransa û Spanyayê têra xwe ne amade bûn.
Ford tekezî li ser pêwîstiya parastina stasyonên agirkujiyê, başkirina rêveberiya axê û avakirina rêyên agirkujiyê kir.