Tirkiye
Hakan Fîdan ji Nêçîrvan Barzani re: Em êrîşê şermezar dikin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan êrîşa îro şermezar kir û di pêwendiyeke telefonî de pişgirîya xwe bi Nêçîrvan Barzani re nîşan da.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani re pêwendiyeke telefonî kir û êrîşa bi droneyan a li ser mala wî ya li Duhokê bi tundî şermezar kir.
Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya axaftinê êrîşa îro ya li ser mala Nêçîrvan Barzani ya li Duhokê bû.
Di axaftinê de, Fîdan diyar kir ku ew êrîş bi tundî şermezar dikin, girîngiya ku Tirkiye dide parastina ewlehî û aramiya hem Herêma Kurdistanê û hem jî Iraqê teqez kir û dubare kir ku piştgiriya Tirkiyeyê di vî warî de temam e.