TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Hakan Fîdan Cejna Newrozê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 22 adar 2026 19:12
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan peyamekê ji serokatiya Herêma Kurdistanê re şand û Cejna Newrozê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

RûpelNews -  

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji hêla Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ve peyameke gihiştiye wan. Hat amaje kirin di peyamê de bo Cejna Newrozê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî hat kirin.

Li gor ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê Hakan Fidan di wê peyamê de pîrozbahiyên herî germ pêşkêş kirine û Newroz wekî remza xêr û hêviyan û hêmaneke sereke ya çandî ya hevpar li deverê terîf kiriye. Fîdan hêvî dike ku Newroz bibe wesîleya xurtkirina dostanî, yekîtî û parastina nirxên hevpar.

Fîdan di peyama xwe de behsa rewşa niha ya deverê kiriye ku rûbirûyî zêdebûna aloziyan bûye, û hêvî kir ku ev cejn aştî û aramiyê ji bo tevahiya mirovahiyê bi xwe re bîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa gotiye ku, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê silavên xwe yên dilsozane pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê kirine û ji wan re saleke tijî aştî û serfirazî xwestiye.

Parve bike: