Trump Cejna Newrozê li Barzanî bi Kurdî pîroz kir: Newroz Pîroz
RûpelNews - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi boneya cejna Newrozê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump wergirtiye.
Trump di nameya xwe de pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kirine û wiha nivîsand: "Newroz, pîrozkirina hatina biharê ye; her wiha nîşana serkeftina herdemî ya ronahiyê li ser tariyê ye. Ev cejna dênatî, nîşaneyeke salane ya hêza destpêkên nû ye."
Peyama aştî û rûmeta mirovahiyê
Trump di berdewamiya nameya xwe de dibêje: "Ez ji Xwedê daxwaz dikim ku ev Newroz bibe wesîleya bihêzkirina nirxên aştiyê û rûmeta mirovahiyê, û sala nû tije xêr û xweşî be."
Bi kurdî nivîsand: "Newroz Pîroz"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê pîrozbahî li hemû kesên ku cejna Newrozê pîroz dikin kiriye. Her wiha di dawiya nameya xwe de, Trump bi zimanê kurdî Cejna Newrozê pîroz kir û wiha nivîsand: "Newroz Pîroz."