TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan li ser rewşa dawî axivîn

Gülbahar Altaş
Edîtor
📅 03 adar 2026 16:49
Serokê Herema Kurdistanê Nêçirvan Barzani û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di telefonê de li ser pêşketinên dawî yên herêmê axaftin û giringiya koordînasyonê ji bo parastina istîkrar û ewlehiyê xurt kirin.

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi telefonê axivîn. 

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herema Kurdistanê, êvarê roja 3ê Adarê 2026an, Serok Nêçirvan Barzani bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re telefonî axivî.

Pêşketinên herêmê hatine nirxandin

Di peywendiyê de, pêşketinên dawî yên herêmê bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Herdu alî bal kişandin ser giringiya parastina istîkrarê û pêşîgirtina rîskan di şert û mercên heyî de.

Koordînasyona hevbeş ji bo aşti 

Barzani û Fîdan giringiya koordînasyon û xebata hevbeş ji bo domandina aştiyê û ewlehiya herêmî dubare kirin. Herdu aliyan diyar kir ku xurtkirina hevkariyê di vê qonaxê de rolekî stratejîk û krîtîk dilîze.

Di telefonê de her weha têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herema Kurdistanê re û mijarên ku herdu aliyan eleqedar dikin jî hatin gotin. 

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku berjewendiyên hevbeş û hevkariyê di nav mijarên sereke yên danisînê de bûn.
 

Parve bike: