TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Hakan Fidan derbarê Sûriyeyê de peyamên nû da

📅 14 îlon 2026 19:37
Hakan Fidan di daxuyaniyeke piştî serdana xwe ya bo Sûriyeyê de, diyar kir ku derbarê parastina yekîtiya Sûriye û yekparçeyiya axa wê û herwiha bidestxistina aramiyê li wî welatî de, îradeyeke hevpar hatiye piştrastkirin. Fidan got: "Em ê di vê pêvajoyê de li kêleka Sûriyeyê bimînin."

RûpelNews - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, nirxandinên xwe yên derbarê serdana xwe ya du rojî ya bo Sûriyeyê de, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî parve kirin.

Fidan ev tişt anîn ziman:

"Me serdaneke girîng bo Sûriyeyê pêk anî, di demekê de ku herêma me di qonaxeke krîtîk re derbas dibe.
Di roja yekem a serdana xwe de, em ji aliyê Serok Şera ve hatin pêşwazîkirin û me bi Wezîrê Karên Derve Şa'banî û Wezîrê Karên Hundir Xettab re hevdîtin pêk anîn.

Di van hevdîtinan de, me careke din tekezî li ser biryardariya xwe ya hevpar kir ji bo parastina yekîtî û yekparçeyiya Sûriyeyê û ji bo misogerkirina wê yekê ku gelê Sûriyeyê bigihîje wê aşitî û refaha ku heq dike. Her wiha me behsa serdana Serokê me ya pêşwext bo Şamê jî kir.

Di roja duyem a bernameya me ya li Şamê de, me pêşî bi birayên xwe yên Tirkmen re hevdîtin kir.
Tirkmen ku parçeyeke bingehîn a pêkhateya civakî ya Sûriyeyê ne û di eniyên pêşîn ên têkoşîna li dijî rejîma Beasê de roleke girîng lîstine her wiha beşdariyeke mezin di veguherîna Sûriyeyê bo welatekî aram û geşbûyî de dikin.

Dema ku em li Şamê bûn, derfeta me çêbû ku em piştî gelek salan careke din serdana gorên Îbn Erebî, Mewlana Xalidê Bexdadî û Selahedînê Eyûbî, û her wiha Goristana Şehîdên Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê û Külliyeya Suleymaniyeyê bikin.
Di dema serdana xwe ya du-rojî de, me dît ku kolanên Şamê careke din dibin cihê aşitî û zindîbûnê.

Em kêfxweş in ku dibînin gelê Sûriyeyê bi îradeya xwe ya azad welatekî ewle, aram û geşbûyî ava dike ku hemû beşên civakê dihewîne. Em ê di vê pêvajoyê de piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê bidomînin."

Parve bike: