Rojhilata Navîn
Hakan Fidan li Şamê bi Ahmed Şara re dicive
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro li Şamê ligel Serokomarê Sûriyê Ahmed Şara dê bicive. Tê payîn di civînê de proseya hilweşandina HSDê were gotûbêjkirin.
RûpelNews - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan 13 û 14 Îlonê serdana Sûriyeyê dike.
Fîdan di serdana xwe de bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Hasan Şeybanî re bicive û dûv re her du wezîr daxuyaniyê dê bide medyayê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ligel Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara re jî dê kom bibe. di kombûnê de ligel rûdanên dawî yên li herêmê proseya hilweşandina HSDê jî dê bê nirxandin.