Li Şamê civîna krîtîk: Barzanî û Şara têkiliyên Hewlêr û Şam û kurdên Rojava gotûbêj dikin
RûpelNews - Di lûtkeya li Şamê de, tê payîn ku her du serok li ser têkiliyên dualî û herwiha mijarên berjewendiya hevpar nîqaş bikin û gavên ji bo xurtkirina hevkarî û hevrêziyê di warên cuda de binirxînin. Civîn dê balê bikişîne ser têkiliyên di navbera Hewlêr û Şamê de, û rewşa li Rojava.
Li gorî zanayariyan, rojeva civînê dê pêşî li pêşxistina têkiliyên di navbera Hewlêr û Şamê de, rewşa dawî ya li Rojava û geşedanên herêmî bigire.
Serdan herwiha wekî berdewamiya hewldanên dîplomatîk ên berdewam ên ji bo bidawîkirina pevçûna li Sûriyê, xurtkirina diyaloga siyasî û bidestxistina lihevhatinê di navbera aliyan de tê dîtin.
Dê li ser statuya kurdan a li Sûriyeya nû nîqaş werin kirin
Tê payîn ku civîn herwiha mijara ka dê kurd çawa di saziyên siyasî, yasayî û îdarî yên Sûriyeya nû de werin temsîlkirin jî gotûbêj bike. Di daxuyaniyên berê de, Neçîrvan Barzanî girîngiya ku Kkurd di rewşa nû ya îdarî ya welêt de roleke çalak bilîzin, tekez kiribû.
Wekî beşek ji vê pêvajoyê, Barzanî di demên cuda de li Hewlêrê mazûvaniya şandeyên ji Rojava û herêmên cuda yên Sûriyê, di nav de Mazlum Abdi, Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD), kiribû.
Berhema têkiliyên dîplomatîk
Barzanî û Ahmed Şara cara yekem di 11ê Nîsana 2025an de wek beşek ji Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê hev dîtin û civîna xwe ya duyem di 17ê Nîsana 2026an de, dîsa li kêleka Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li dar xistin.
Li gorî daxuyaniyeke berê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di van hevdîtinan de pêşxistina têkiliyên aborî û pêvajoyên di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyê de hatin gotûbêjkirin.
Tê payîn ku hevdîtinên dawî yên li Şamê diyaloga di navbera aliyan de gavekê pêşdetir bibin û ji bo xurtkirina hevkariya li ser bingeha berjewendiyên hevpar bibin alîkar.
Piştî aloziyên Rojava, hevdîtinên krîtîk
Hevdîtina li Şamê her wiha balkêş e, ji ber ku ew li pey aloziyên dawî yên di navbera hikûmeta Sûriyê û hêzên kurd ên li Rojava de pêk tê.
Di dema êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê de li ser herêmên di bin kontrola kurdan de û li Rojava, hem Serok Mesûd Barzanî û hem jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, daxuyaniyên li pey hev belav kirin û rêveberiya Şamê hişyar kirin.
Di daxuyaniyên xwe de, rêveberên Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêwîst e pêşhatên li Rojava bi rêya diyalogê û çareseriyeke siyasî werin çareserkirin û diyar kirin ku parastina mafên neteweyî yên kurdan li Sûriyê ji bo aramiya welêt xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Dazwaz ew e ku mafên kurdan bi yasayan bêne parastin
Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku beşdariya kurdan wekî hevparek wekhev û di bin garantiya destûrî de di paşeroja siyasî ya Sûriyeya nû de yek ji hêmanên bingehîn ên çareseriyeke mayînde ye.
Tê payîn ku ev mijar careke din di hevdîtina Barzanî-Şara de li Şamê werin rojevkirin û ku rewşa dawî ya li Rojava û statuya kurdan li Sûriyeya nû bi hûrgilî werin nîqaşkirin.