Hakan Fîdan: Em li dijî planên şerê navxweyî li Îranê ne
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Alman Johann Wadephul di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtina xwe de pêşketinên li herêmê nirxandin.
Fîdan diyar kir ku divê şerê li Îranê yê berdewam berî ku hîn bêtir gur bibe bi dawî bibe û Tirkiye di vî warî de hewldanên dîplomatîk didomîne.
Fîdan behsa hin îdiayên derbarê Îranê de kir û got, "Em bi tevahî li dijî her planeke ji bo destpêkirina şerekî navxweyî li Îranê ne. Em kesên ku hewl didin serpêhatiyên wiha bikin, ji pêş ve hişyar dikin."
Wadephul: Tirkiye dikare roleke girîng bilîze
Wezîrê Derve yê Almanya Wadephul diyar kir ku Tirkiye dikare roleke girîng di çareserkirina krîzên herêmî de bilîze û her du welat dixwazin di vê mijarê de bi hevrêzî bixebitin.
Wadephul diyar kir ku divê bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê bi dawî bibe û got ku hawîrdoreke kaotîk a nû li herêmê dê ne di berjewendiya tu kesî de be.
Her wiha Wadephul li ser mijara herikîna penaberan a muhtemel jî sekinî û bi bîr xist ku Tirkiyeyê ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve bi qasî 4 mîlyon kes mazûvanî kiriye. Wî diyar kir ku pêşketinên li Îranê dikarin bibin sedema pêlek nû ya koçberiyê û ew ji bo pêşîgirtina li vê xetereyê bi Tirkiyeyê re di têkiliyê de ne.