Erka NATOyê bi daw bû: Tirkiye, leşkerên xwe ji Bexdayê vekişandin
RûpelNews - Şêwirmend û Berdevkê Wezaretê yê ji bo Çapemenî û Têkiliyên Giştî Zekî Akturk,di kongreyeke rojnamegerî ya heftane de diyar kir ku, ji ber geşedanên dawî yên li herêmê, rayedarên NATOyê biryar dane ku "Mîsyona NATOyê ya Iraqê" bi dawî bînin.
Leşkerên Tirkiyeyê ji Bexdayê vekişiyan
Akturk diyar kir ku, wekî beşek ji vê biryarê, derxistina personelên Tirk ên li Bexdayê bi serkeftî hatiye pêkanîn, û ku Tirkiyeyê di çarçoveya plana vekişînê ya NATOyê de piştgirî daye operasyonên derxistinê yên welatên din ên hevalbend.
Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de
Akturk her wiha diyar kir ku pevçûnên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, û her wiha êrişên berdewam a Îsraîlê, gefê li ser aştiya û aramiya Rojhilata Navîn dixwin. Hat tekezkirin ku Tirkiye li ser helwesta xwe ya ku divê hemû alî bi xwegirtinê tevbigerin û nakokî li gorî hiqûqa navneteweyî bi rêya diyalog û dîplomasiyê bên çareserkirin, disekine.