TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Weqfa Aştiyê bangî Parlamentoya Tirkiyeyê kir

📅 30 îlon 2026 10:54
Beriya rûniştina nû ya parlamenê, Weqfa Aştiyê bang li Meclîsa Mezin a Neteweyî kir ku reformên yasayî û destûrî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, xurtkirina siyaseta demokratîk û bidestxistina aştiyeke mayînde armanc dikin, pêşkêş bike.

RûpelNews - Di daxuyaniya Weqfê de hat tekezkirin ku divê nexşerêyek ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlementoyê were amadekirin û pêvajo divê bi beşdariyeke berfireh a siyasî û civakî were meşandin.

Her wiha bang li Parlamentoyê hat kirin ku li gorî qanûnên pejirandî Komîsyoneke Çavdêriyê ava bike û rêxistinên civaka sivîl û pisporan tevlî pêvajoyê bike.

Di daxuyaniyê de banga azadîya derbirîna zimanên cuda, di nav de kurdî, nasname û çandan; xurtkirina hemwelatîbûna wekhev; û parastina mafên bingehîn hat kirin.

Parve bike: