Şandeya Îmraliyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê re kom bû
RûpelNews - Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re hevdîtinekê kir. Hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de gavên ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka Kurd hate destpêkirin, tên payîn hatine gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de her wiha bendên ku di rapora Komîsyona Neteweyî ya Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatiye damezrandin de hatine destnîşankirin, hatin nirxandin.
Li ser hesaba fermî ya medyaya civakî ya Parlametoya Tirkiyeyê de derbarê hevdîtinê de ev peyam hat belavkirin:
"Di civînê de hat tekezkirin ku heta niha di çarçoveya pêvajoyê de pêşketin û destkeftiyên girîng hatine bidestxistin û li gorî berpirsiyariyên ku ji aliyê saziya siyasî ve hatine girtin ser xwe, encamên berbiçav hatine bi destxistin. Her wiha, girîngiya pêkanîna karên pêwîst li parlamentoyê û cîbicîkirina rêziknameyan ji bo misogerkirina temamkirina serkeftî ya pêvajoya 'Tirkiyeyeke Bê Teror' di qonaxa bê de hat destnîşankirin."