Rapirsî: Li Tirkiyeyê piştgiriya bo pêvajoya aştiyê ji %58.1 e
RûpelNews - Derbarê pêvajoya aştiyê de nêrîna xelkê Tirkiyeyê jî ji nêz ve tê şopandin.
Şîrketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya ASAL a navenda wê li Enqerê ye, encamên rapirsiya xwe ya ku li ser pêvajoya aştiyê da kirin weşand.
Piştgiriya ji bo pêvajoyê ji sedî 58.1 e
Rapirsî di navbera 5 û 10ê Tebaxê de li 26 parêzgehan bi beşdariya 2 hezar kesan hate kirin.
Dema ku pirs ji xelkê hat kirin, "Nêrîna we ya giştî ya li ser pêvajoya 'Tirkiyeyeke bê Teror' çi ye?", ji sedî 58.1ê dengdêran bersiva "erênî" dan, di heman demê de ji sedî 35an bersiva "neerênî" dan û ji sedî 6.9an jî bersiva "nizanim" dan.
Li gorî tercîha partiya wan, astên herî bilind ên piştgiriyê ji bo pêvajoyê ji dengderên DEM Parti (ji sedî 85.7), dengderên AK Parti (ji sedî 82.2) û dengderên MHP (ji sedî 74) hatin.
Asteyên herî nizm ên piştgiriyê di nav dengderên IYI Parti (ji sedî 20.9), dengderên YENÎ Parti (ji sedî 42.5) û dengderên CHP (ji sedî 48.6) de hatin tomarkirin.