Serokwezîr Barzanî bo Erdogan: Em piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Qesra Dolmabahçeyê li Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Serokwezîr di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de diyar kir, "Min piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê û çekdanîna PKKê dubare kir."
Hat ragihandin ku di dema hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hewldanan kirin ji bo misogerkirina serkeftin û temamkirina pêvajoyê.
Barzanî her wiha destnîşan kir ku wan girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de jî tekez kiriye.
Serokwezîr her wiha diyar kir, "Me her wiha li ser xebatên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal gotûbêj kir. Me hêviya xwe anî ziman ku kabîneya nû ya federal dê li Iraqê aştiyê û aramiyê xurt bike, bêyî cudakariyê xizmeta hemû aliyan bike û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê çareser bike."
I am pleased to meet with President @RTErdogan at the Dolmabahçe Palace in Istanbul. We emphasized the importance of strengthening relations between Türkiye and the Kurdistan Region.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) May 9, 2026
We also discussed efforts to form a new federal cabinet. We both hoped that the new federal… pic.twitter.com/SW95IhIfnF
Serokwezîr Barzanî, bi Hakan Fîdan re jî hevdîtinek pêk anî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re jî hevdîtinek pêk anî û wiha got:
"Min bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan re derbarê geşedanên ku bandorê li herêmê dikin, hevdîtineke berhemdar pêk anî. Me her wiha hewldanên berdewam ên ji bo avakirina kabîneya hikûmeta federal a nû li Iraqê jî gotûbêj kirin.
Wekî din, me tekezî li ser girîngiya pêkanîna Projeya Korîdora Pêşkeftinê kir. Me bal kişand ser girîngiya girêdana dewletên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re bi rêya toreke rêhesinî."
I had a productive meeting with Foreign Minister @HakanFidan on the developments affecting the region. We also discussed the ongoing efforts to form the new federal cabinet in Iraq.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) May 9, 2026
We further emphasized the importance of implementing the Development Road project and connecting… pic.twitter.com/c9nRPFLkDV