Rapora Tirkiyeyê li Parlamentoya Ewropayê hat pesendkirin
RûpelNews - Rapora derbarê Tirkiyeyê de ya ku li Strasburga Fransayê, di Rûniştina Giştî ya Parlamentoya Ewropayê de hate nîqaşkirin, hate pesendkirin.
Rapor bi 381 dengan hate qebûlkirin
Piştî bidawîbûna nîqaşan, di Rûniştina Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) de dengdayîn hate kirin.
Ji Endamên Parlamentoya Ewropayê, 381 kes dengên 'erê', 107 kes dengên 'na' û 171 kes dudil bûn ku ne dengê 'erê' dan ne dengê 'na' dan. Bi vî awayî rapora Tirkiyeyê bi 381 dengan hate pejirandin.
Di raporê de qala "proseya aştî" hat kirin
Di rapora pejirandî de her wiha nêrînên li ser "pêvajoya" ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin hebûn. Di raporê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo aştiyeke mayînde çarçoveyeke sazûmanî bê avakirin û hat diyarkirin ku "taktîkên derengxistinê yên hikûmetê zirarê dide pêvajoyê."
Di raporê de bal hat kişandin ser kêmasiya gavên demokratîk ên Tirkiyeyê û hat destnîşankirin ku ji ber reformên demokratîk ên pêwîst hêj nehatiye kirin ev yek endamtiya Tirkiyeyê bo Yekîtiya Ewropayê zehmettir dike. Her wiha der barê mafên mirovan, serdestiya hiqûqê de rexne li Tirkiyeyê hatin kirin ku di vî warî de gelek mafên mirovî hatine binpêkirin.
Piştî ku rapor hate pejirandin, raportorê Tirkiyeyê yê endamê Parlamentoya Ewropayê yê Îspanyayî Nacho Sanchez Amor got: "Tirkiye berê xwe dide modeleke otorîter."