Netanyahu: Em ê li Sûriyê destûrê nedin leşkerên Tirkiyeyê
RûpelNews - Netanyahu got ku êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhurê li Îdlîbê di 18ê Tebaxê de, ji bo ragihandina peyama Îsraîlê bû. Çavkaniyên Îsraîlî îdia kirin ku di dema êrîşê de şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê li herêmê amade bû.
Wezareta Derve ya Sûriyê êrîş şermezar kir û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku gavên lezgîn bavêje.
Washingtonê ji bo dîplomasiyê bang kir
Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo Sûriyê Tom Barrack êrîş wek "tundbûneke nepêwîst" bi nav kir û bang li aliyan kir ku rêya dîplomasiyê bişopînin.
Endamekî opozîsyona Îsraîlê Yair Golan, hişyarî da ku êrîş rîska pevçûneke vekirî ya bi Tirkiyeyê re zêde dikin.
Di vê navberê de, çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn îdia kirin ku çar roj beriya êrîşê, di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de peywendiyeke telefonî pêk hatiye, ku tê de çalakiya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li herêmê hatiye gotûbêjkirin.