TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Netanyahu: Em ê destûr nedin ku Tirkiye leşkerên xwe bi cîh bike

📅 28 tebax 2026 16:00
Netanyahu diyar kir ku Îsraîl dê li Sûriyê 'herêmeke ewlehiyê' ava bike û ragihand ku wan bi rêya Amerîkayê ji Sûriyê re gotine ku ew ê destûrê nedin leşkerên Tirk li herêmê bên bicîhkirin.

RûpelNews - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu derbarê îhtîmala pevçûnekê bi Tirkiyeyê re daxuyanî da.

Netanyahu got, "Ez navxwazim em pev biçin lê ez vê dizanim, mirov nikare tenê xwe bispêre niyetên dijmin. Divê ji bo parastina Îsraîlê şiyanên xurt werin pêşxistin."

Netanyahu amaje pê kir hevsengiya hêzê li herêmê bi lez diguhere û got: "Hêzek lawaz dibe, yekeke din hildikişe. Lê hêza herî girîng a ku divê bilind bibe ya me ye." 

Netanyahu ragihand ku Îsraîlê biryar daye 'herêmeke ewlehiyê' li Sûriyê ava bike.

Netanyahu diyar kir Tirkiye li bakurê Sûriyê jî heye, ew naxwaze Tirkiye zêdetir ber bi başûr ve biçe, û got: "Ez naxwazim Tirkiyeyê ber bi başûr ve biçe."

Li gorî gotina Netanyahu peyama Tel Avîvê ku ew ê destûra bicihkirina leşkerên Tirk li herêmê nedin bi rêya DYAyê, bi rêya kanalên din û rasterast gihandine Sûriyê.

Netanyahu her wiha li ser êrîşa li baregeha hewayî ya leşkerî ya li Sûriyê şîrove kir û got: "Wisa dixuye ku peyam negihiştiye wan. Em neçar man ku peyamekê bişînin, wekî ku em dibêjin, 'bi rêbazên kînetîk'."

Çi qewimîbû?

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîş biribû ser Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhur, ku dikeve rojhilatê parêzgeha Îdlibê ya li bakurê Sûriyê, 70 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê. Derbarê êrîşê de, ku tê de ti ziyanên canî nehatin ragihandin, hem Enqerê hem jî Dimeşqê ew îdiayên ku li bingehê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê heye, red kiribûn.

Parve bike: