Îsraîlê li ser 'leşkerên Tirkiyeyê' hişyarî da Sûriyeyê
RûpelNews - Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku Îsraîlê berê rayedarên Sûriyê hişyar kiribû ku ev bicihkirina navborî dê ji bo Îsraîlê bibe gefeke ewlehiyê, lê ev hişyarî hatibûn paşguhkirin.
Di daxuyaniyeke ku ji ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu tekez kir ku "Îsraîl gefên li ser ewlehiya xwe qebûl nake" û herwiha lê zêde kir ku vegera li ser lihevkirinên ewlehiyê yên ku berê di navbera aliyan de hatibûn qebûlkirin dê bi xêrhatî be.
Îsraîlê Balafirgeha Ebû Zuhurê kir armanc
Daxuyanî piştî êrîşeke hewayî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve di 18ê Tebaxê de li dijî Balafirgeha Ebû Zuhurê li parêzgeha Îdlîbê ya Sûriyê hatibû kirin, hat dayîn.
Îsraîlê îdia kir ku armanca êrîşê ew bû ku rê li ber Tirkiyeyê bigire ku hêzên leşkerî bişîne baregeha hewayî.
Kêmtirîn heşt êrîş li ser baregeha hewayî hatin kirin ku bû sedema zirarê li pîsta balafirgehê û hin binkeyan. Di êrîşê de ti ziyanên canî nehatin ragihandin.
Tirkiye, Sûriye û DYA yê bertek nîşanî êrişan da. Nûnerê Taybet ê DYAyê ji bo Sûriyê Tom Barrack, êrîş wek "tundbûneke nepêwîst a aloziyan" bi nav kir û bang li aliyan kir ku li şûna hêza leşkerî, li çareseriyên dîplomatîk bigerin.
Şandeyeke Tirkiyeyê serdana balafirgehê kiribû
Li gorî çavkaniyên herêmî yên li Sûriyê, êrîş demeke kurt piştî wê yekê pêk hat ku şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê wek beşek ji karên tamîrê serdana Balafirgeha Ebu el-Zuhur kiribû.
Wezareta Derve ya Sûriyê êrîş wek " êrîşeke bê hincet" bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku Îsraîlê şermezar bike. Tirkiyeyê jî êrîş wek binpêkirina serweriya Sûriyê bi nav kir.
Alozî li ser sînorê Îsraîl-Sûriyê zêde dibe
Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024an de, Îsraîlê li dijî armancên leşkerî yên li Sûriyê gelek êrîşên hewayî pêk anîn. Hêzên Îsraîlê herwiha ji herêma derdora Bilindahiyên Golanê ber bi kûrahiya axa Sûriyê ve pêşve çûn.
Tevî aloziyan, danûstandinên di navbera Îsraîl û Sûriyê de li ser mijarên ewlehî û sînor bi navbeynkariya DYAyê berdewam dikin. Tê ragihandin ku Waşington hewl dide mekanîzmayeke kêmkirina aloziyê û hevrêziyê ava bike da ku pêşî li şaşfêmkirin û pevçûnên leşkerî yên muhtemel ên di navbera Tirkiye, Îsraîl û Sûriyê de bigire.