Tirkiyeyê bertekên tund da Îsraîlê
RûpelNews - Şêwirmendê Çapemenî û Têkiliyên Giştî û Berdevkê Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) Efser Zekî Akturk, di civîneke çapemeniyê ya heftane de li ser êrîşa Îsraîlê axivî.
Akturk diyar kir ku êrîşê zirar gihandiye aramî, ewlehî, yekîtî, yekparçebûna axê û binesaziya Sûriyê û bang li Îsraîlê kir ku dev ji van êrîşan berde û pabendî hiqûqa navneteweyî bibe.
Wezaretê her wiha zelal kir ku berî êrîşê an jî di dema êrîşê de ti şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê li Bingeha Hewayî ya Ebû Zuhurê ne amade bû.
"Em ê piştgiriya pêşxistina şiyana Sûriyê bikin"
Wezareta Parastina Neteweyî tekez kir ku divê Îsraîl ji bo misogerkirina aştî û aramiyê li Sûriyê, dev ji van êrîşên wiha berde.
Wezaretê diyar kir ku ew ê piştgiriya hewildanên Sûriyê yên ji bo pêşxistina binesazî û şiyana xwe yên leşkerî li gorî prensîba "artêşeke yekgirtî" bike.