Wezîrê Îsraîlê: Erdogan berê Tirkiyeyê dide rêyên xeternak li Sûriyeyê
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, di peyama xwe ya li ser sosyal medyayê de bi tirkî û îbranî kir bertek nîşanî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan da.
Katz di parvekirina xwe de got: "Erdogan berê Tirkiyeyê dide rêyeke xeternak li Sûriyeyê."
Katz di berdewamiya peyama xwe de wiha nivîsî:
"Îsraîl dê nehêle tu aliyek ewlehiya wê bike hedef. Berdewamiya gotinên ne-realîst û xeyalî yên Erdogan a li dijî Îsraîlê li Parlamentoya Tirkiyeyê ji ceribandina biryardariya ya Îsraîlê ya ji bo parastina xwe baştir e."
Rakeşiya di navbera her du aliyan de piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha hewayî ya leşkerî ya Ebû Zuhur a nêzîkî sînorê Tirkiyeyê zêdetir bû.
Îsraîlê îdia kir ku êrîş ji bo 'rastengkirina bicîhbûna yekîneyên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê' hate kirin lêbelê Sûriye û Tirkiye ev îdiaya Îsraîlê red kir.