Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Em dê ji Sûriyê venekişin
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz serdana herêma li başûrê Sûriyê ya di bin kontrola artêşa Îsraîlê de kir û bi leşkerên îsraîlî re hevdîtin kir.
Katz diyar kir ku gefên li dijî Îsraîlê berdewam dikin û heta ku ev rewş bidome, artêşa Îsraîlê dê hebûna xwe li Çiyayê Hermon û li herêmên din biparêze.
Peyamek ji Şera re: Hûn dê artêşa Îsraîlê li Çiyayê Hermonê bibînin
Katz, ku Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera kir hedef, peyam da ku artêşa Îsraîlê dê hebûna xwe li herêmê biparêze.
Katz got, "Dema ku tu serê sibê li qesra xwe ya li Şamê ji xew rabî, tu dê li Çiyayê Hermonê binêrî û artêşa Îsraîlê bibînî, tu dê bizanibî ku em li vir in ji bo parastina sînorên xwe."
Herwiha Tirkiye jî kir hedef
Di daxuyaniya xwe de, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê herwiha behsa çalakiyên Tirkiyeyê yên li Sûriyê jî kir.
Katz, îdia kir Tirkiye hewl dide li Sûriyê hebûna xwe ava bike, tekez kir ku ev yek berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê dixe xeterê. Katz diyar kir ku, li ser vê bingehê, artêşa Îsraîlê dê pozîsyonên xwe yên heyî li Sûriyê biparêze.
Îsraîlê li Îdlîbê li baregeheke hewayî xistibû
Di 18ê Tebaxê de, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşeke hewayî birin ser Baregeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhur a li rojhilatê Îdlîbê, ku li gorî agahiyan ne di kar de bû.
Wezareta Derve ya Sûriyê êrîş şermezar kir û kiryarên Îsraîlê wek 'tundûtûjî' bi nav kir ku yekparetiya axa welêt binpê kiriye û ewlehî û aramiya herêmê xistiye xeterê.
Claudio Cordone, Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, piştî êrîşê her wiha banga rêzgirtina li serwerî û yekparetiya axa Sûriyê kir.