Amerîka: Fermandarekî bilind yê DAISê li Somaliyê hat kustin

27 rêbendan 2023 17:13
Amerîka: Fermandarekî bilind yê DAISê li Somaliyê hat kustin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin bi daxuyaniyekê diyar kir, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, li bakurê Somaliyê hejmarek veşargehên DAIŞê hatine bombebarankirin û hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Lloyd Austin da zanîn, piştî bombebarankirina hejmarek veşargehên DAIŞê li bakurê Somaliyê, çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin, di nav wan de fermanderekî bilind ê bi navê Bîlal Sûdanî heye, ku yek ji rêkxerên şaneyên razayî yên DAIŞê yên li bakurê Efrîqayê bû.

Herwiha Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin eşkere kir, ji bilî Bîlal Sûdanî, 10 çekdarên din ên DAIŞê di bombebaranan de hatine kuştin.