Operasyona Amerîka li Sûriyê: Serkirdeyekî payebilind ê DAISê hat kustin
PeyamaKurd – Amerîkayê ragihand ku serkirdeyê rêxistina terorîst a DAIŞê Xalid Ayd Ehmed el-Cabûrî di operasyona leşkerî ya li Sûriyê de hatiye kuştin.
Li Sûriyeyê geşedaneke ku bala civaka navneteweyî kişandiye ser xwe çêbû.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro ragihand, li herêmê li dijî DAIŞê operasyoneke leşkerî hatiye kirin.
Di daxuyaniya danê sibehê de hat ragihandin, serçekdarê DAIŞê yê bi navê Xalid Ayd Ehmed El Cibûrî piştî operasyona li Sûriyeyê hatiye kuştin.
Rayedaran tekez kirin, el-Cibûrî navê li pişt êrîşên terorîstî yên DAIŞê li Ewropayê ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, endamê DAIŞê yê ku hatiye kuştin, di nava rêveberiya rêxistinê de cihê herî bilind de bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin