Amerîka: Em ji bo rûxandina hikûmeta Kûbayê dixebitin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio gefa derbeya leşkerî li Kûba xwar. Rubio diyar kir ku bi Kûba re bi rêya dîplomasî çareserî nabe, loma niha bala xwe zêdetir dane ser rûxandina hikûmeta Kûba.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio careke din îhtîmala destwerdana leşkerî ya Amerîkayê li ser Kûbayê anîn ziman.
Trump li Ofîsa Serokatiyê ji rojnamevanan re axivî û got: "Serokên din ev 50 an 60 sal in li ser vê yekê (rûxandina Kûbayê) difikirin ku tiştekî bikin. Ez texmîn dikim yê ku wê bike dê ez bim. Ji ber vê yekê ez ê bi kêfxweşî wê bikim."
Marco Rubio ku bi xwe jî bi eslê xwe Kubayî ye got ku Havana ji ber pêwendiyên xwe yên bi dijberên Amerîkayê re bi salan e gefek li ser ewlehiya neteweyî ye û Trump bi biryar e vê pirsgirêkê çareser bike.
Rubio kurê koçberên Kûbayî yên ku demeke dirêj e li dijî hikûmeta sosyalîst a Kûbayê helwesteke tund girtine diyar kir ku rêveberiya Trump dixwest nakokiyên xwe yên bi Kûbayê re bi rêyên aştiyane çareser bike, lê wî bi guman e ku hikûmeta heyî ya li ser giravê re çareseriyeke dîplomatîk pêk were.
