Amerîka: Divê Heyet Tehrîr El-Sam demildest ji herêmê vekise

18 cotmeh 2022 16:33
Amerîka: Divê Heyet Tehrîr El-Sam demildest ji herêmê vekise

PeyamaKurd – Amerîka bi daxuyaniyekê daxwaza vekişandina Heyet Tehrîr El-Şamê ji Efrîn û herêmên bakurê Helebê kir.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê îro li ser twitterê helwesta xwe derbarê pêşhatên nû yên şerê di navbera Heyet Tehrîr El-Şamê û komên ser bi Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê li herêma Efrînê û bakurê Helebê de eşkere kir û got: “Em ji pêşveçûnên dawiyê yên Heyet Tehrîr El-Şamê ya terorist li bakurê Helebê nîgeran in û divê Heyet Tehrîr El-Şam demildest ji herêmê vekişe.”

Herwiha di twîteke din jî da zanîn: “Amerîka ji tundûtûjiya vê dawiyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê pir nîgeran e. Divê hemû alî can û malên sivîlan biparêzin.”