Amerîkayê helwesta Rûsya sermezar kir: Divê demildest bên berdan
24 rêbendan 2021 23:08
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê xwepêşandanên Rûsyayê yên alîgirên serokê opozîsyonê Aleksey Navalny daxuyanî da û girtina Navalny û xwepêşanderan şermezar kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de banga demildest azadkirina Navalny û bi hezaran xwepêşanderên hatine binçav kir û got, “Amerîka, helwesta Rûsyayê ya li her derê welat li dijî xwepêşanderan şermezar dike.”
Xwepêşandanên piştevaniya Navalnyê ku piştî hatibû jehrîkirin vegeriyabû Moskowê û hatibû girtin, li zêdetirî 60 bajarê Rûsyayê berdewam dike. Di nav bi hezaran xwepêşanderên hatine binçavkirin de jina Navalny Yuliya Navalnıy jî heye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Tankêrên Rûsya û Amerîkayê hatin beramberî hev
07 rbn 2026
Jiyan
Rûsya: Em helwesta Amerîkayê sermezar dikin
21 cot 2018
Jiyan
Almanya û Amerîkayê kiryarên Rûsyayê sermezar kirin
06 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin