Amerîka bo welatiyên xwe: Demildest Îraqê biterikînin!

05 adar 2026 18:10

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bang li welatiyên amerîkî yên li Îraqê kir ku di zûtirîn dem de ji welêt derkevin.

Amerîka bo welatiyên xwe: Demildest Îraqê biterikînin!

RûpelNews - Di hişyariyeke ewlehiyê de ku ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ve hat weşandin, bang li welatiyên amerîkî yên li Îraqê hat kirin ku di zûtirîn dem de ji wî welatî derkevin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Amerîkayê hemû bijardeyan dinirxîne da ku alîkariya derxistina amerîkiyan ji Rojhilata Navîn bike.

Hat ragihandin ku niha ji Îraqê ti geştên hewayî yên bazirganî nînin û ku mimkun e bi rêya bejayî ber bi Urdun, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê ve xelk derkevin. Her wiha hişyarî hat dayîn ku her çend piraniya deriyên sînorî vekirî ne jî dibe ku ew bêyî agahdarkirina pêşwext werin girtin.

Herwiha şîret li welatiyên amerîkî hat kirin ku heger ew bawer dikin ewlehî heye, bi awayekî cidî li ser derketina ji welêt bi rêya bejayî bifikirin.

Banga ji bo komkirina xwarinê

Di hişyariyê de herwiha hat gotin ku amerîkiyên ku biryar didin li Îraqê bimînin, divê amade bin ku ji bo demeke dirêj li cihekî ewle bimînin û pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, av û dermanan kom bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat tekezkirin ku metirsiya êrîşên roket, dron û hawanan li asîmanê Îraqê berdewam e û hat destnîşankirin ku Îran û komên milîs ên girêdayî wê, ji bo welatiyên amerîkî û berjewendiyên wê gefeke cidî ne.

Hat destnîşankirin ku rayedarên Îraqê bi giranî Zona Kesk a li Bexdayê girtine, û ji ber tedbîrên ewlehiyê yên heyî, şîret li welatiyên amerîkî tê kirin ku xwe ji Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê dûr bixin.