Amerîka: Dibe ku Îran hêzên xwe yên çekdar ji Sûriyê derxe

22 gulan 2020 23:49
Amerîka: Dibe ku Îran hêzên xwe yên çekdar ji Sûriyê derxe

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîka yê Îranê Brian Hook got, dibe ku Îran ji ber vîrusa koronayê hêzên xwe yên çekdar ji Sûriyê derxe.

Brian di hevpeyvîna digel kovara Foreign Policy a Amerîkî de da xuyakirin: “Vîrusa Korona Îran perîşan kiriye. Hêzên Amerîka şopandine ku Îran cihên hêzên xwe bi awayekî taktîkî li Sûriye diguherîne. Rewşa aborî ya xerab a Îranê, dikare bandorê bikê ku Îran hêzên xwe ji Sûriye derxe.”

Brian Hook, herwiha destnîşan kir ku Îran û Rûsyayê jî dîtine ku hincetên wan ên vekişîna ji Suriyê hene.

Herî dawî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku wan hin rayedarên îranî ku destê wan di binpêkirina mafan de hebûye xistine nav lîsteya cezayan.