Hêzên Amerîka û Îranê li Hurmuzê pev çûn

08 gulan 2026 17:50

Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand ku li Tengava Hurmuzê hêzên çekdar ên Amerîka û Îranê pev çûn.

Hêzên Amerîka û Îranê li Hurmuzê pev çûn

RûpelNews - Li Tengava Hurmuzê di navbera hêzên Îran û Amerîkayê de pevçûnek rû dide.

Di raporeke Ajansa Nûçeyan a Fars a nîv-fermî ya Îranê de wiha hat gotin: "Li Tengava Hurmuzê di navbera Hêzên Çekdar ên Îranê û Amerîkayê de pevçûnek rû dide." 

Amerîkayê gotibû, "Em îro li benda bersivekê ne"

Îro ji hêla her du aliyan ve du daxuyaniyên cuda hatibûn dayîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, ku li Îtalyayê ye diyar kir ku ew li benda bersivekê ji Tehranê ne derbarê danûstandinên berdewam ên bi Îranê re, û ku ev bersiv hêj nehatiye wergirtin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, di vê navberê de, ragihand ku gotûbêjên derbarê pêvajoya danûstandinên berdewam ên bi Amerîkayê re didomin.