Amerîka: Lihevkirin çênebe dibe ku em dê li Îranê bixin
Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Pete Hegseth der barê guftûgoyên ligel Îranê de got: "Eger peyman an lihevkirineke çênebe dibe ku em ji nû ve li Îranê bixin."
RûpelNews - Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Pete Hegseth li Singapurê beşdarî bernameya Guftûgoya Shangri-La bû û li vir qala guftûgoyên ligel Îranê kir.
Pete Hegseth bal kişand ser hêzên xwe û diyar kir ji bo ji nû ve em dest bi operasyonan bikin hêzeke me mezin heye û ew ji bo vê yekê her amade ne.
Hegseth ragihand di hevdîtinên ligel Îranê ku ji bo peymanekê tê kirin eger neçe serî Washington amade ye ku ji nû ve biryara operasyonên li dijî Îranê bide.
Wezîrê Amerîkayê bilêv kir ku Donald Trump di mijara Îranê de "bi sebir e" û dixwaze peymaneke ku Îran nebe xwediyê çekên nukleerê bê îmzekirin.
