Almanya %30 pêdiviya komira xwe ji Rûsya dikire

25 sibat 2023 23:33
Almanya %30 pêdiviya komira xwe ji Rûsya dikire

PeyamaKurd – Tevî Almanya dorpêçan datîne ser Rûsyayê, Almanya %30 pêdiviya komira xwe ji Rûsyayê dikire. Tevî ku Almanya ji welatên din jî komirê dikire, car din pêdiviya Almanya bi Rûsya heye. Di sala 2022an de tevî ku Almanya kirîna komirê qedexe kiribû, li gor rêjeyên Rêxistina Îtxalatvanên Komirê ya Almanya (VDKİ) para herî mezin ji Rûsya dikire.

Li gor nûçeya rojnama Bildê; Almanya di sala 2022an de li gor sala berê %8 zêdetir komirê ji Rûsyayê kiriye û miqdarê komirê 44.4 milyon ton e.

Almanya ji bo Amerîkayê %32 zêdetir bi miqdarê 9,4 milyon tonî, Kolombiya bi 7,2 milyon tonî komir kiriye. Ji Afrîka jî komira ku diçe Almanya %278 zêde bûye û gihaye 3,9 milyon tonî, Avustralya jî salane 6,3 milyon ton komir dide Almanya.