Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Almanyayê Oelfke li ser hevkariyê gotûbêj kirin
Serok Mesûd Barzanî bi Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê, Christian Oelfke re, civiya da ku li ser aramiya Herêma Kurdistanê û herêma berfirehtir, her wiha pêşxistina hevkariya di navbera her du aliyan de gotûbêj bikin.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Baregeha Barzanî ve hatiye weşandin, civîn îro li Pirmamê pêk hat. Di civînê de behsa geşedanên dawî yên li Iraq û herêmê, her wiha gefên ewlehiyê û rewşa Iraqê ya di serdema pêş de hat kirin.
Pêvajoya siyasî di rojeva hevdîtinê de bû
Konsulê Giştî yê Almanyayê Oelfke, girîngiya Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Iraqê û herêma berfirehtir destnîşan kir û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de di warên cuda de anî ziman.
Di hevdîtinê de herwiha pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û geşedanên herêmî jî hatin nirxandin.
