Rûsyayê êrîş li keştiya Almanyayê kir

06 tebax 2026 15:47

Hate ragihandin ku firokeyên bêmirov ên Rûsî, li Deryaya Reş êrîş birin ser keştiyeke barhilgir a Almanî. 11 kesên di keştiyê de bûn bi saxî hatin xelaskirin.

Rûsyayê êrîş li keştiya Almanyayê kir

RûpelNews - Li gorî rojnameya Bild a li Almanyayê, firokeyên bêmirov ên Rûsî (UAV) roja çarşemê êrîş li keştîya barhilgir a Alman "EMIL" kirin.

Di rapora Bild de hat gotin ku keştiya barhilgir çend caran ji aliyê UAV'an ve hat lêdan. Piştî êrîşê, agir bi keştiyê ket û sîstemên teknîkî yên keştiyê çûn. Hat îdiakirin ku dema tîma keştiyê ji bo cihekî ewle dihatin derxistin, keştiyê careke din rastî êrîşê hat.

Hat ragihandin ku ji 11 endamên tîmê yên li ser keştiyê, yek jî ne welatiyê Alman bû û di êrîşê de kes birîndar nebû.

Li gorî raporê, 'EMIL' li Deryaya Reş, bi qasî 21 mîlên deryayî dûrî bajarê Odesa yê Ukraynayê, hatiye lêdan. Hat destnîşankirin ku keştiya ku ala Lîberyayê hildabû, aîdî şîrketa deryayî ya Alman Johann M. K. Blumenthal GmbH & Co. KG bû, ku navenda wê li Hamburg-Altona ye.

Moskowê êrîş piştrast kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê Telegramê weşand, êrîş piştrast kir. Wezaretê îdia kir ku di şevê de du keştiyên barhilgir ên ku li Deryaya Reş li başûr û rojhilatê Odessayê bûn, ji aliyê firokeyên bêmirov ve hatine lêdan û di keştiyê de kelûpelên leşkerî hebûn.

Li gorî rojnameya Bild, keştiya duyemîn a ku bûbû hedef, keştiya veguhestina genim a 'Mera Queen' bû ku ala Gîne-Bîsaûyê hildida. Di raporê de hat gotin ku di vê êrîşê de kesekî di vê keştiyê de bû jiyana xwe ji dest da.