Bi moşekê êrîş li keştiya petrolê li Girava Harkê hat kirin
Hat ragihandin ku bi moşekê êrîş birin ser keştiya petrolê ya li Girava Harkê ya li Îranê ku wek navendeke girîng a bo hinardekirina petrolê tê destnîşankirin.
RûpelNews - Keştiya petrolê yê Îranê li nêzîkî Girava Harkê bi moşekê hat lêdan. Li gorî ragihandinên medyaya Îranê, di bûyerê de tu tişt bi tu kesî nehat.
Daxuyaniyeke fermî ya Ajansa Nûçeyan a Farsê derbarê êrîşê de ev hurgulî belav kirin:
"Li Kendava Basrayê nêzîkî Girava Harkê çend teqîn hatin bihîstin. Nûçegihanekî Ajansa Farsê yê li Girava Harkê ragihand ku teqîn wisa dixuya ku ji Kendava Basrayê hatine, her çend li herêmê dûman tunebû. Heta niha, derbarê sedem an çavkaniya teqînan de ti agahiyeke fermî an jî piştrastkirî nehatiye weşandin."
Girava Harkê ji bo aborî û sektora enerjiyê ya welêt xwedî cihekî krîtîk e, ji ber ku bi tena serê xwe ji sedî 90ê hinardekirina petrola xav a Îranê pêk tîne. Serokê DYAyê Donald Trump berê derbarê kontrolkirina li ser herêmê daxuyanî dabûn.
