Konsolê Giştî yê nû yê Almanyayê li Hewlêrê got “roj baş” û dest bi karê kir
Christian Olfke, ku nû wek Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê hatiye tayînkirin, bi gotina "roj baş" dest bi karê kir.
RûpelNews - Di vîdyoyeke ku li ser hesabê konsolxaneyê yê medyaya civakî parve kir de, Olfke yekemîn hestên xwe yên derbarê Hewlêrê de anîn ziman. Di vîdyoyê de, Olfke, ku alayên Herêma Kurdistanê û Almanyayê di destê wî de bûn, bi gotina "roj baş" bi kurdî silav li temaşevan û gelê Kurdistanê kir.
Olfke her wiha kêliyên meşa xwe ya li kolanên Hewlêrê parve kirin û serdana Keleha Hewlêrê, ku yek ji nîşaneyên dîrokî û çandî yên bajêr, kir. Di vîdyoyê de her wiha dîmenên wî yên ku li ber kelehê qehwe vedixwe jî hebûn.
Parvekirina vîdeoyê û destpêka bir kurdî, wek peyameke girîng derbarê peywira dîplomatîk a Almanyayê di têkiliyên Hewlêrê bi Herêma Kurdistanê re hate dîtin.
