Alîgirên Îspanyayê sloganên dijî Îslamê avetin lêpirsîn hat destpêkirin

01 nîsan 2026 16:24

Hat ragihandin ku li ser dirûşmên alîgirên Îspanyayê yên Îslamofobî (dijî ola Îslamî) ya di pêşbirka dostane ya di navbera Îspanya û Misirê de hatine avêtin lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Alîgirên Îspanyayê sloganên dijî Îslamê avetin lêpirsîn hat destpêkirin

RûpelNews - Di pêşbirka Îspanya û Misirê ya li Barcelonaya Îspanyayê hat lîstin sloganên nîjadperestî û dijî Îslamê ku ji aliyê alîgirên Îspanyayî hatin avêtin bû sedema rakêşiyeke mezin.

Polêsên Katalonyayê ragihand ku li ser van dirûşmeyan lêpirsîn hat destpêkirin.

Di pêşbirkê de çi bûbû?

Di maçê de ku bi skora 0-0 bi dawî bû beriye destpêka pêşbirkê dema sirûda netewî dihat xwendin dengê fîkfîka alîgiran bilind bûn. Sirûda Misirê hat protestokirin.

Dema destpêka mące jî alîgirên Îspanyolî, dest bi dirûşmeya, “Ew ên ku ranebin ser piya lotikan neavêjin Misilman in” kirin.

Di maçê de heqeret û telde li Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez jî hat kirin.

Wezîrê Dadê yê Îspanyayê got: “Ev sloganên hatine avêtin me dide şermê. Em fedî dikin ji ber van gotinan. Kesin ironi bêdeng dimînin şîrîkê vê sûcê ye.”