Alîgirên Bursasporê pankartên nijadperest li dijî Amedsporê hildan

11 nîsan 2026 14:25

Alîgirên Bursasporê beriya maça bi Ankara Demirsporê pankartên nijadperest ên dijî Amedsporê amade kirin. Ev yek li ser medyaya civakî rastî bertekên xurt hatin.

Alîgirên Bursasporê pankartên nijadperest li dijî Amedsporê hildan

RûpelNews - Pankartên ku ji aliyê komên alîgirên Bursasporê ve beriya maça sibê ya li bi Ankara Demirsporê hatibûn amadekirin, rastî rexneyan hatin. Li ser pankartan dirûşmên nijadperest ên li dijî Amedsporê hebûn.

Li ser pankartan, ku li ser hesabên medyaya civakî yên komên alîgiran hatibûn parvekirin, wêneyekî Cem Ersever ê ku bi bêseroşûnkirina kurdan di salên 1990an dihat nasîn, hebû. Di pankartan de herwiha gotinên biçûkxistinê derbarê tîma Amedê hebûn.

Berê jî pankartên bi vî rengî hatibûn nîşandan

Di maçeke Lîga Duyemîn a di navbera her du tîman de di sala 2023an de, alîgirên Bursasporê careke din pankartên 'Torosa Spî' û wêneyê “Yeşîl” ku yek ji berpirsê  bêseroşûnkirina kurdan tê nasîn, hildabûn.

Wekî encama bûyerên di dema maçê de, tîma Bursayê bi neh maçan ji temaşevanan hat qedexekirin. Ev qedexe paşê ji aliyê Komîteya Disîplînê ve hatibû kêmkirin.