Alîgirên Tevgera Sedir li dijî sewitandina Qurana pîroz dest bi xwepêsandanê dikin

30 hezîran 2023 16:07
Alîgirên Tevgera Sedir li dijî sewitandina Qurana pîroz dest bi xwepêsandanê dikin

PeyamaKurd Alîgirên Tevgera Sedir li dijî şewitandina Qurana pîroz, li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê dest bi xwepêşandanê dikin.

Li gor zanyariyan, êvara roja Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an, Lijneya Navendî ya Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro Înê di saet 17:00 heta 16:00an de, xwepêşandana hêrsa milyonî ya alîgirên Sedir li Bexda û li ber Balyozxaneya Swêdê li dijî şewitandian Qurana pîroz destpê dike.

Herwiha di daxuyaniyê de ji xwepêşanderan hatiye xwestin ku rêyan negirin û nabe ala Swêdê bişewitînin, tenê dikarin ala hevregezbaziyê bişewitînin.

Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, bikaranîna ala Seraya Selam, gotinên dirûşm û bilindkirina hemû cûre wêneyan hatiye qedexekirin.

Di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, piştî ku polîsê Swêde destûr da, welatiyê Iraqî yê bi navê Salwan Momika yê 37 salî li ber mizgefteke bajarê Stockholmê Quran şewitand.

Salwan Momika ku çend sal berê ji Iraqê reviyaye Swêdê, ji polîs destûr xwestiye ku pirtûka pîroz a Mislimanan Quranê bişewitîne.