Sîeyên alîgirên Îranê namzedê Tevgera Sedir red dikin, Sedir jî wan di hikûmeta nû de naxwaze
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda es-Sedir beriya niha, pismamekî xwe yê bi navê Ceifer Sedir wekî namzedê serokê hikûmeta nû ya Iraqê eşkere kiribû ku şîeyên nêzîkî Îranê li dijî derdikevin.
Serkirdeyekî tifaqa Îtar Tensîq ya şîeyên Iraqî Elî Fetlawî gotiye, ew namzedê Muqteda Sedir ê ji bo serokatiya hikûmetê red dikin û wan bi Sedir re li ser Ceifer Sedir li hev nekiriye.
Elî Fetlawî daye zanîn, Îtar Tensîq namzedê Sedir red dike da ku mezintirîn fraksyon ji aliyê dadgeha federalî ve tê destnîşankirin.
Tifaqa Îtar Tensîq ji 6 partiyên şîe yên alîgirê Îranê pêk tê ku wan beriya niha encamên hilbijartina jî protesto kiribû. Tifaqa Îtar Tensîq dixwaze bibe şirîkê hikûmeta nû ya Iraqê, lê belê Sedir vê yekê qebûl nake.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin