Tevgera Sedr peyameke tund da Îranê...

31 tebax 2022 22:24
Tevgera Sedr peyameke tund da Îranê...

PeyamaKurd – Tevgera Sedr a Şîe ya Iraqê ku Muqteda Sedr rêbertiya wê dike û li dijî destwerdanên Îranê yên nav karûbarên Iraqê ye, peyameke tund li dijî Îranê belav kir.

Di peyama ku ji aliyê Wezîrê Sedr, Salih Mihemed Iraqî ve hatiye belavkirin de, helwesta Çarçoveya Hevahengiyê ya partiyên şîeyên nêzî Îranê û komên wan ên çekdar bi tundî rexene kir wekî karekî “bêşerm” pênase kir.

Herwiha Tevgera Sedr bang li Îranê kir ku êdî destwerdana Iraqê neke û diyar kir, heger Îran vê neke dê poşman bibe û ti sûdeke poşmanbûnê jî tuneye.

Di peyama ku li ser Twitterê hatiye belavkirin de, tê gotin: “Hîn xwîna xwepêşanderên aştîxwaz ku bi nerewa û bi guleyên komên çekdar ên gemar hatin kuştin, ziwa nebûye. Weke bêjî yê hatiye kuştin terorîst e yan siyonîst e. Weke bêjî Şîe nîne û ti têkiliya wî bi niştiman re nîne.”

Wezîrê Sedr dibêje; “Çarçoveya Hevahengiyê û komên çekdar ên wê bê exlaq in û ola wan tune ye, lewra ew sê guşeyên bê şerm in û nizanin reform û şoreş û aştîxwazî û êşên hemû xelkê çi ne.”

Salih Mihemed Iraqî gotiye: “Ti deman helwestên Çarçoveya Hevahengiyê ya bê şerm û helwestên komên çekdar ên bê şerm ji bo min ecêb nebûne, ku dibêjin berdewam dibin di hola civîna parlamentoyê de bi armanca pêkanîna hikûmeta xwe ya bê şerm.”

Di dewama peyamê de hatiye diyarkirin: “Kêmîne aşiqê gendeliyê û pere û tiştên kirêt e ku bi wan dijî, weke ajelekê ye ku pîsiyê bixwe û êdî goştê wê jî bi kêr xwarinê neyê. Ew kêmîne bi gendeliyê bihêz dibe û tenê carekê hewl nedaye ku dosyeyeke gendeliyê eşkere bike. Ew (Çarçoveya Hevahengiyê) li dijî reformê û reformxwazan in, ew li ser laşê şehîdên xwe, vekişîna ji parlamentoyê û di xwepêşandanan de dîlanê dikin, weke ku Iraqî nebin.”

Wezîrê Sedr di dawiyê de bang li Îranê kir û got: “Ez ji Îrana cîran re dibêjim, bila deveya xwe li Iraqê girê bide, heger na ti sûdeke poşmaniyê nabe.”