Alî Çevenê ku gotibû ‘Ez ne tirk im’ hat girtin: Parêzerê wî diyar kir ku dema binçavkirinê êskence lê hatiye kirin
02 mijdar 2024 12:01
PeyamaKurd – Serokê Komeleya Pêşengên Kurd, Alî Çevenê ku dema di hevpeyvîneke kolanan de behsa Pirsgirêka Kurd dikir û gotibû “Ez ne tirk im”, bûbû hedefa gelek kesan, hatibû binçavkirin.
Çeven piştî hevdîtina dayî yekser hatibû binçavkirin û hatibû berdan. Lê Çeven doh (1ê mijdara 2024an) dîsa hate binçavkirin û bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hatiye girtin.
Parêzerê Çeven, Suphi Ozgen, li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku doh şeveqê polîsan bi ser mala xwespêrê wî Alî Çeven de girtiye û di dema binçavkirinê de êşkence lê hatiye kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
SOHR: HSDê 4 leskerên Tirk li derdora Pira Qereqoxazê girtin
09 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin