Alîgirekî ku gotibû 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' hat girtin!

11 îlon 2026 15:07

Ew kesê ku di dîmenên piştî maça Amedspor-Trabzonsporê de, li otobusa ku alîgir vediguhestin, gotinên nijadperest û tijî nefret li dijî Kurdan digot, li Trabzonê hat desteserkirin û piştre bi tohmeta "teşwîqkirina gel bo nefret, dijminatî û biçûkxistinê" hat girtin.

Alîgirekî ku gotibû 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye' hat girtin!

RûpelNews - Ew kesê ku di dîmenên li ser medyaya civakî de piştî maça Amedspor-Trabzonsporê (ku di 31ê Tebaxê de li Amedê hatibû lîstin) derketibûn pêş, gotinên nijadperest li dijî Kurdan bikar anîbû, hat girtin.

Di dîmenên ku tê gotin li otobuseke veguhastina alîgirên Trabzonsporê de hatine kişandin, ew kesê navborî digot "Kurdê herî baş Kurdê mirî ye." Piştî belavbûna dîmenan li ser medyaya civakî, gumanbar ji aliyê tîmên Midûriyeta Polîsan a Trabzonê ve hat desteserkirin.

Bi tohmeta "teşwîqkirina gel bo nefret û dijminatiyê" hat girtin

Piştî pêvajoya desteserkirinê ya rojekê, gumanbar sewqî dozgeriyê hat kirin; piştre ji aliyê dadwerê nobedar ve bi tohmeta "teşwîqkirina gel bo nefret, dijminatî û biçûkxistinê" hat girtin û şandin girtîgehê.

Di îfadeya xwe de got: "Ez poşman im"

Li gorî nûçeya Amida Haberê, gumanbar di dema lêpirsînê de diyar kir ku ew bi eslê xwe ji Bursayê ye û ji bo kar demek e li Trabzonê dijî.

Hat ragihandin ku gumanbar, bi îdiaya ku piştî veqetîna ji hevjînê xwe pirsgirêkên derûnî jiyaye, parastina xwe li ser wê bingehê kir ku roja bûyerê hişê wî li serê wî nebûye û gotiye: "Ez poşman im."