Aldar Xelîl: Dibe bi navbeynkariya Amerîka bi Tirkiyê re danûstandin çêbibin

07 tîrmeh 2019 14:35
Aldar Xelîl: Dibe bi navbeynkariya Amerîka bi Tirkiyê re danûstandin çêbibin

PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand, bi navbeynkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, dibe ku danûstandinên wan bi Tirkiyê re çêbibin.

Aldar Xelîl li ser Konferansa Navdewletî ya DAIŞê ku li Rojavayê Kurdistanê birêve diçe ragihand, "DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çû, lê hîna bandora wê li ser beşek ji civakê heye û hizra wê jî maye. Herwiha şaneyên wê yên razî jî hene û metirsî heye ku careke din xwe birêxistin bike. Armanca vê konferasê jî ew e, ji aliyê dîrokî, siyasî û hemû aliyan de rastiya DAIŞê were nasîn."

Xelîl bal kişand ser ku bi hezaran çekdar û malbatên DAIŞê di zîndana û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, ev jî barek e li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêwîst e li ser asta cîhanî jî welatên ku ev çekdar jê ne bi berpirsatiya xwe rabin û endamên xwe werbigirin. Yan ew welat welatiyên xwe werbigirin, yan jî dadgeheke navdewletî li vê herêmê bê avakirin.

Li ser mayîna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl ji K24ê re gotiye: "Li gor nakokiyên li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê hene, Amerîka zû bi zû ji Rojhilata Navîn dernakeve."

Derbarê egerên danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de, Aldar Xelîl diyar kir, ji ber hilbijartinên Tirkiyê, hin mijar hatibûn paşxistin, piştî hilbijartinan Nûnerê Serokê Amerîka James Jeffery û Hevpeymaniya Navdewletî rojeva danûstandinan anîne rojevê, lê ta niha ti danûstandinên rasterast nehatine kirin.

Herwiha got: Pêwendiyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi Tirkiyê re hene. Derdê me jî ew e, em van destkeftiyên xwe biparêzin, û hewl didin gef û metirsiyên li ser herêmên me çê dibin nemînin. Heger Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî xwedî rokele erênî bin, em dikarin van mijaran guftûgo bikin.

ALDAR XELÎL: ÇIMA ENKS LI ROJAVA NIVÎSGEHÊN XWE VENAKE?

Derbarê nêzîkbûna TEV-DEM/PYD û ENKSê de Aldar Xelîl got: "Em naxwazin Kurd perçe bibin û destkeftên li Rojavayê Kurdistanê çê bûne, destkeftên tevahiya gelê Kurd e. Ti pirsgirêk ji aliyê me tune be, zemîneke demokratîk û derfeta her aliyek xebata xwe bike û tevlî hilbijartinan bibe heye. Em pirs dikin, çima ENKS nivîsgehên xwe li Rojava venake û xebata xwe di nava gel de nake? Kê ji wan re asteng derxistine? Divê ENKS vê destkeftiyê ji xwe re derfet bibîne û li şûna li li derve ye, divê ENKS di nava gelê xwe de be."