64 kîlometre dîwarê din ê navbera Bakur û Rojhilat hat lêkirin
PeyamaKurd – Tirkiye du sal in di navbera sînorên Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê dikeve ser Îranê de, bi dirêjiya 560 kîlometran dîwarê sînorî lêdike.
Hat ragihandin ku 64 km dîwarê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye xelaskirin.
Tirkiye bi hinceta ku parastina sînor ji derbasbûna karên qaçax û koçberên qaçax du sal berê dest bi lêkirina dîwarekê dirêjiya 560 kîlomteran kiribû.
Hat diyarkirin ku ji sê qonaxan qonaxa yekê ya lêkirina dîwar xilas bûye ku 64 km dîwar hatiye lêkirin.
Li ser dîwar cihên çavdêriyê hatine çêkirin, xendek li kêleka dîwar hatine kolandin, dûrbîn, termal û sîstema kamerayê hatiye danîn û têl bi du sê rêzan hatine danîn.
Dîwarê betonî yê navbera Bakur û Rojhilat de, sînorên bajarên Agirî, Îdir, Wan û Colemêrgê li xwe digire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin