Ji Pisporê Erdhejan hisyarî: Dibe ku fayên bakur û bakurê rojhilat jî ketibin liv û tevgerê

10 sibat 2023 01:07
Ji Pisporê Erdhejan hisyarî: Dibe ku fayên bakur û bakurê rojhilat jî ketibin liv û tevgerê

PeyamaKurd – Pisporê Erdhejan ji Zanîngeha Karadeniz Teknik a Tirkiyeyê Prof. Dr. Osman Bektaş, ji bo erdheja duh 8ê Sibatê ya bi hêza 4,5 ku navenda wê bajarê Erziromê bû, hişyarî da.

Bektaş got: “Her çiqas tiştekî teqezî mirov nikare bibêje jî dibe ku erdheja bi pileya 4,5 a Erzirom-Aşkaleyê, bi wê enerjiya ku di erdhejên Bazarcix (7,8) û Elbistanê (7,5) de derketiye holê re fayên bakur û bakurê rojhilatê Anadolê xistibe tevgerê.”

‘Enerjîya erdhejên Mereşê ber bi bakur belav dibe’

Herwiha Prof. Bektaş daye zanîn, piştî herdu erdhejên mezin ên li Mereşê erdhejên peyrewî berdewam dikin û dibe erdheja duh 8ê Sibatê ya Erzirom-Aşkale ku bi hêza 4,5 rû da jî wê enerjiya ku ber bi bakur ve belav dibe dipeyitîne.

‘Rûdaneke nişkave bû’

Bektaş daye xuyakirin, ji ber ku erdhejên Mereşê yên 9 saetan bi navberê rû dane û kûrahiya wan hiştiye felaketeke wiha çêbibe ku ev rûdaneke nişka bû û hîn jî tevgera herdu fayan bidawî nebûye, ji ber ku erdhejên peyrewî dewam dikin.