Tirkiye di navbera bakur û rojhelat de dîwarekî 173 kîlometreyî ava kir

16 hezîran 2024 23:48
Tirkiye di navbera bakur û rojhelat de dîwarekî 173 kîlometreyî ava kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tirkiye, di navbera bakur û rojhelatê Kurdistanê de dîwarekî betonî yê 173 kîlometre ava kiriye.

Rayedarên Tirkiyeyê dane zanîn ku dîwar ji ber egera xeteriya ewlehiyê hatiye avakirin.

Ev çend sal in ku Tirkiye li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera bakur û rojhilatê Kurdistanê de dîwarekî lê dike.

Tirkiye vî dîwarî bi egera xeteriya ewlehiyê lê dike û her du parçeyên Kurdistanê yên ku bi têlan ji hev hatibûn veqetandin, bi vî awayî bi dîwarên betonî yên bi têlên bisitrî pêçayî ji hev vediqetîne.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê da zanîn ku 173 kîlometreyên vî dîwarî temam bûye.

Hate ragihandin ku armanca Tirkiyeyê ew e ku di navbera parêzgeha Wanê ya bakurê Kurdistanê û parêzgeha Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê de dîwarekî bi dirêjahiya 295 kîlometreyan lê bike.

Ji aliyê din ve hate ragihandin ku Tirkiye, li ser heman xeta sînorê fermî yê navbera Tirkiye û Îranê xendekeke 347 kîlometreyî kolaye.

Dewleta Tirkiyeyê li ser vî sînorî kamerayên termal, dûrbînên şevê û gelek birc jî daniye.