Tom Barrack: Rîska şerekî di navbera Tirkiye û Îsraîlê de heye
Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê Tom Barrack diyar kir ku rîska pevçûneke leşkerî ya rasterast di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de heye.
RûpelNews - Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack got ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhur ku li rojhilatê parêzgeha Îdlibê ya li bakurê Sûriyeyê ye, xetereya pevçûneke leşkerî ya rasterast di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi xwe re tîne.
Barrrackê ku ji rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê re axivî, êrîşa ku duh ji aliyê Îsraîlê ve li ser Bingeha Hewayî ya Leşkerî ya Ebû Zuhur a li Sûriyê hatibû kirin, şîrove kir.
Barrack tekez kir ku ji ber vê êrîşê rîska pevçûna leşkerî di navbera Tirkiye-Sûriyeyê û Îsraîlê de rû da û got: "Bûyerên duh cidî bûn û em pê xemgîn bûn. Lêbelê baş e ku ti zirar çênebû û rewş aloztir nebû."
Barrack ragihand ku 'danûstandinên veşartî' yên derbarê ji nû ve çalakkirina yekîneya pêşîlêgirtina pevçûna Îsraîl-Sûriyê de berdewam dikin, destnîşan kir, "Dibe ku Tirkiye ji bo beşdarbûna vê pêvajoyê, yan rasterast yan jî nerasterast, were vexwendin."
Barrack, girîngiya ragihandinê tekez kir û got ku dê sûdmend be ku yekîneyeke hevkariyê were avakirin ku xebatkarên wê bi zimanên Tirkî, Erebî, Îngilîzî û Îbranî bizanibin û 24 saetên rojê li ser kar bin.
